BANGAWAZIYA VEKIRÎ
Dawetîya şandina xebat û konseptên hunerî/teorîk
Festîvala DISKURS, festîvaleke ya şano ye di navbera huner û teorî. DISKURS salane li Giessenê pêk tê, di vê salê de jî ji 14.10- 30.10. Di bin navê smash|pause|trash astengkirina û ji nu ve sazkirina şêwazên karkirina hunerî dibe mijar.
Smash- Divê em kîjan avahiyên baviksalar, kapîtalîst û metingerî biruxînin?
Pause- Çawa em dikarin di navberekî de pozîsiyona xwe ber çavan derbas bikin û fikirên nû pês bixin?
Trash- Em çawa dikarin wan fikirana wekî hewldanên bi kêmasî ji wan perçeyan ji nû ve li hev bînin?
Ew bala me dikişîne: Di standartên kar ên heyi de ki nikare cîh bigire? Çawa em dikarin wan pratîkana rexne bikin ku hinek kes û grubên taybet di warê aborîyê de dixin rewşên zehmet, an jî
li derve dihêlin? Çawa em dikarin bi civatên cûda bixebitin bê ku em stereotîpên heyi kûr bikin?
Em li viya digerin:
– Xebatên girêdayê hemu disîplînên hunerî û pozisiyonên teorîk girêdayê mijarê.
– Projeyên lekolînê yên hunerî û teorîk ji bo Residenzprogram a me.
Em viya pêşkêş dikin:
– Fon (li gorî pîvanên Bundesverband Freie Darstellende Künste)
– Cîhê mayinê, perê rê heya 100 ewro.
– Cihê mayinê ji bo pêşxistina xebatekî û derfeta workshop an prezentasiyonek.
Kengi: 14.10. – 30.10. 2022, Residenz (mal a mayinê) ji bo giştî dema festîvalê
Li Kuderê: Odeyên Enstituya Angewandte Theaterwissenschaft, Stadtraum Giessen und digitale Plattformen
Em bi taybet dixwazin ku kesên ji grubên marjînal tevli bibin, an jî kesen ku dixwazin bi grubên grubên marjînal ji Giessenê bixebitin.
Xwe qayit kirin:
Hun dikarin bi xwe hilbijêrin bi kîjan şêwazê hun dixwazin xwe bidin nasîn. Di vir de ew bala me dikişîne: -Pratîk, proje û konseptên we
– Şêwazên we yên karkirine
Hun dikarin ji me re binivîsînin (herî zêde 1 DIN A4) an bi medyayên cuda (Video an messaja deng, herî zêde 5 deqe) xwe parve bikin.
Di wan zimanan de hun dikarin serî lêdin: Almanî, înglizî, farsî, ukraînî. Lê herî baş înglizî ye, da ku her kes ji tîmê bikaribe serî lêdanên we fem bike.
Serî lêdan:
Mail: info@diskursfestival.de
Tel: 0049 178 933 10 36 (Rosa Rotach)
Dawiya serîlêdanê:
- Tîrmehê 2022
Eger tu bi gihiştina vê dîrokê zehmetî bikişînî, ji me re agahî bide!
Pirsên te ji bo serîlêdan hebin, xwe bigihîne: Eva Budniewski
eva.budniewski@diskursfestival.de